1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Peyman dewama fermanê ye, em qebûl nakin"
"Peyman dewama fermanê ye, em qebûl nakin","peyman,dewama,fermanê,ye,em,qebûl,nakin"

"Peyman dewama fermanê ye, em qebûl nakin"

Nûnerên Êzidiyan peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê nirxandin û peyman weke "Peymana sûcdaran û xayinan" bi nav kirin. Nûneran diyar kirin ku peyman dewama fermana 73'an e

A+ A-

ERSÎN ÇAKSÛ  DÊRIK  ANF 

 

 

PDK'ê ku demeke dirêj li dijî Şengalê û Êzidiyan propagandayeke reşkirinê meşand, piştî hin hevdîtinên bi Bexdayê re kir, di 9'ê Cotmehê de bi hikumeta navendî ya Iraqê re li ser Şengalê û Êzidiyan mohra xwe danî binê peymaneke qirêj.

 

Ji vê peymana qirêj re her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Elmanyayê navbeynkarî kirine.

 

Piştî ku ev peyman hate îmzekirin, endamê Polîtburo ya PDK'ê Felah Mûstafa spasiya NY, DYE, Elmanya û Fransa kir ku navbeynkarî jê re kirine.

 

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, PDK'ê pêşmergeyên xwe, hikumeta navendî ya Iraqê jî leşker û polîsên xwe vekişandibûn û Şengal û Êzidî di nava lepên qirkirinê de hiştibûn.

 

Bi destwerdana gerîlayên HPG'ê û hêzên YPG û YPJ'ê re bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê hatibûn rizgarkirin, lê belê dîsa jî çeteyên DAÎŞ'ê bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandibûn, bi hezaran mêr jî kuştibûn.

 

Piştî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê Êzidiyan hêzên xwe yên xweparastinê YBŞ û YPJ-Şengal ragihandibûn û ketibûn nava pêvajoya sazîbûnê. Piştî berxwedaneke mezin, di Mijdara 2015'an de navenda bajarê Şengalê ji DAÎŞ'ê hatibû paqijkirin.

 

Hêzên PDK'ê ku piştre hatibûn herêmê, beşek ji bajêr kontrol kiribûn. HPG û YBŞ'ê ji bo pêşî li şerekî navbera Kurdan bigirin, dengê xwe li vegera pêşmergeyên PDK'ê nekiribûn.

 

Di Adara 2017'an de PDK'ê li xeta Sinûnê-Xanesorê çekdarên xwe yên bi navê 'Pêşmergeyên Roj' anî bû, bi rêya wan êrişî YBŞ'ê kiribû, lê Êzidiyan bi berxwednaa xwe pêşî li vê provokasyonê girtibûn.

 

PDK CARA DUYEMÎN REVIYA BÛ

 

Di Cotmeha 2017'an de piştî referandûma PDK'ê, dema ku Iraqê hêzên xwe û Heşdî Şabî veguhast herêmê, pêşmergeyên PDK'ê careke din ji herêmê reviya bûn.

 

Piştî çend mehan jî di encama lihevkirina hikumeta navendî ya Iraqê û Meclîsa Xweser a Şengalê de YBŞ bi rengekî fermî weke parçeyek ji artêşa Iraqê hatibû qebûlkirin.

 

BAZARIYA QIRÊJ

 

Hêzên HPG'ê ku bi sed hezaran Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ'ê rizgar kirin û Şengal azad kirin, di Nîsana 2018'an de bi rengekî fermî xwe ji Şengalê vekişandin. Tevî vê yekê jî PDK îdîa dike ku PKK li herêmê heye û li ser Şengalê bazariyên qirêj dimeşîne.

 

Di salvegera komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û di salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, yanî 9'ê Cotmehê peymanek qaşo li ser rêveberî, ewlekarî û avakirinê çêkirin.

 

Êzidiyan nerazîbûn nîşanî peymanê dan û diyar kirin ku ew ê ti lihevkirina li derveyî îradeya xwe qebûl nekin û ev peyman jî weke dewama êrişên 3'ê Tebaxê pênase kirin.

 

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço, Hevserokê NAV-YÊK'ê Hecî Çelîk û Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca peymana navbera PDK û Bexdayê ji ANF'ê re nirxandin.

 

PEYMANA SÛCDARAN Û XAYINAN

 

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço peyman weke "komployek li dijî Êzidiyan" bi nav kir û diyar kir ku peyman di heman demê de dewama fermana 3'ê Tebaxê ye.

 

Riham Hiço diyar kir ku du berpirsyarên sereke yên êrişên 3'ê Tebaxê PDK û hikumeta navendî ya Iraqê ne û got, "Beriya 3'ê Tebaxê ev her du hêz li Şengalê bûn. Lê belê piştî ku DAÎŞ hat van her du hêzan Êzidî di nava komkujiyê de hiştin û reviyan. Ji ber vê yekê ev her du hêz sûcdar in. Hikumeta Iraqê Şengal hişt û sûc kir. PDK'ê jî tevî ku sûc kir, di heman demê de xiyanet kir. Mafê van her du hêzan nîne ku li ser Şengalê gotinekê bêjin."

 

'DYE Û NY HEVKARÊN VÎ SÛCÎ NE'

 

Rîham Hiço bi bîr xist ku PDK'ê berê jî êrişî Şengalê kir û nerazîbûn nîşanî sponsorên vê carê DYE û NY da. Rîham Hiço got, "Ji ber ku ev peyman di bin çavdêriya DYE û NY de hate kirin. Ev peyman dewama fermana 3'ê Tebaxê ye. Lewma hêz û saziyên ku di nava vê komployê de cih digirin, ji bo me hevparê vî sûcî ne."

 

Rîham Hiço êrişên PDK'ê yên Adara 2017'an, hewldana PDK'ê ya ji bo şandina rêveberiya xwe ji bo bajêr û êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi bîr xist û diyar kir ku peymana hatiye kirin dewama vê yekê ye.

 

'BERDÊLA XWE ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê QEBÛL NEKIN'

 

Rîham Hiço got, "Ev peyman peymana tasfiyekirina Êzidiyan e. Em ê qebûl nekin. Hewlêr û Bexda li ser me bazariyê dikin" û wiha dewam kir: "Me ewqas berdêl ji bo azadiyê dan, ji bo jiyaneke azad dan. Ne ji bo wê yekê bû, ku Hewlêr, Bexda yan jî hinekî din Êzidiyan weke diyariyekê bidin hev. Em ti biryareke li derveyî îradeya xwe qebûl nakin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em amade ne bidin. Em ne pariyekî welê hêsan e ku karibin me daqurtînin. Me helwesta xwe bi zelalî nîşan dan û em ê her nîşan bidin."

 

'HESABÊ XWEPARASTINA ME JI ME DIPIRSIN'

 

Rîham Hiço li ser helwesta xwe ya li dijî peymanê got, "Mîna ku tiştek nebûye wê veger li dema beriya 3'ê Tebaxê nebe. Yên ku divê bên darizandin rêveberiyên Hewlêr û Bexda ne, lê rabûne hesab ji me dixwazin. Dibêjin; we çima rahiştin çekan, we çima xwe parastin. Radibin hesab dipirsin ku çima em tune nebûne. Yên ku divê hesab bidin radibin hesab dipirsin. Şengal wê nebe warê xayinan. Şengal warê Êzidiyan e, wê weke warê azad ê Êzidiyan bimîne. Em ji bilî vê yekê tiştekî din qebûl nakin."

 

'TI ALIYEKÎ KU BÊ QEBÛLKIRIN NÎNE'

 

Hevserokê rêxistiniya sîwanî ya Êzidiyan NAV-YÊK'ê Hecî Çelîk jî diyar kir ku peymanê di nava Êzidiyan de rê li ber hêrseke mezin vekiriye. Hecî Çelîk destnîşan kir ku ev peymana bêyî Êzidiyan hatiye amadekirin, ti aliyekî xwe yê bê qebûlkirin nîne. Çelîk got, "Zîhniyeta ku di 3'ê Tebaxê de Êzidî di nava qirkirinê de hişt, îro dîsa li ser kar e. Her du hêzên ku îro peyman çêkirine di 3'ê Tebaxê de bi sed hezaran Êzidî di nava komkujiyê de hiştibûn û reviya bûn."

 

'DI SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DE KOMPLO LI ÊZIDIYAN KIRIN'

 

Çelîk got, "Yên ku divê hesab bidin, yên ku divê li pêşberî jin û zarokên Êzidiyan çokê deynin û lêborînê bixwazin, mîna ku tiştek nebûye îro radibin peymaneke nû çêdikin ku dikarin Êzidiyan ji nû ve qir bikin." Çelîk wiha dewam kir: "Peyman jî di salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî hate çêkirin. Bi dîtina me ev tesadûfî nîne. Li gorî me, di şexsê Êzidiyan de hewl didin komployê dewam bikin."

 

HIŞYARIYA LI HEWLÊR Û BEXDAYÊ: ENCAMÊN XWE WÊ GIRAN BE

 

Hecî Çelîk hişyarî da Hewlêr û Bexdayê ku peymana bêyî îradeya Êzidiyan wê encamên xwe hebin û got, "Bila raya giştî ya Kurd zanibe ku ev peymana ku îradeya Êzidiyan ji nedîtî ve hatiye wê encamên xwe giran be. Em vê peymanê weke peymaneke metirsîdar dibînin. Her wiha divê raya giştî ya navneteweyî li pêşberî vê biryarê bi berpirsyarî tevbigere. Bi navê saziyên Êzidiyan em ê dest bi çalakiyan bikin û vê yekê qebûl nekin."

 

'YÊN KU REVIYAN ÎRO LI SER ÊZIDIYAN PEYMANÊ ÇÊDIKIN'

 

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî peyman weke "Peymaneke ku îradeya Êzidiyan ji nedîtî ve tê" pênase kir û destnîşan kir ku peymana navborî tê wateya temamkirina fermana ku 3'ê Tebaxê nîvco ma. Feleknas Ûca got, "Yên ku peyman çêkirin di 3'ê Tebaxê de Êzidî bêparastin hiştin û reviyan. Ev yek tê wateya temamkirina karê di 3'ê Tebaxê de nîvco ma."

 

'PARÇEYEK JI KONSEPTEKE MEZIN A ÊRIŞÊ YE'

 

Feleknas Ûca got, "Yek ji armancên êrişên DAÎŞ'ê valakirina Şengalê bû. Ya ku wê demê nekarî bikin îro bi vê peymanê dixwazin bikin" û wiha dewam kir: "Peymaneke ku Şengalê ji nedîtî ve tê. Eger li Êzidiyan û Şengalê bifikiriyan, wê li fikrê Êzidiyên ku bi salan e li Şengalê li ber xwe didin û berdêl dane bipirsiyan. Dema ku mirov li gefên li ser Rojava jî difikirin hingî fêhm dikin ku ev peyman parçeyê heman konseptê ye, her wiha hewldanek ji bo girtina vê xetê ye."

 

'PARTIYÊN DIN ÊN BAŞÛR ÇIMA BÊDENG IN?'

 

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca bêdengiya partiyên siyasî yên Başûr rexne kir û hişyarî da ku PDK bi peymanên bi heman rengî dikare li herêmên din ên cihê nîqaşê yên xala 140'î jî bixe meriyetê. Feleknas Ûca got, "YNK, Goran, partiyên Îslamî û partiyên din ên Başûr çima bêdeng in? Çawa dibe ku PDK dikare biryareke wiha bi tena serê xwe werbigire?"